SAZ
S.A.Z. Sazîya Alîkarîya Zarokan
Sazîya Alîkarîya Zarokan di meha Nisanê 2011 hat damezrandin. Armanca wê alîkarî û piştgirtiya zarokên ji malbatên feqirên ê kurdan e. Her usa ji hûn dikarin berpirsiyarî ya rumetî ji bo zarokekî bidin ser milên xwe. Saziya me girêdayîyê tû partî, rêxistin û olan nin e.
Bi endametî û alîkarîya xwe hûn dikarin ji bo zarokekî ewlidar bikin.
Bona bursê şertên tên xwestin
Divê,
○ Malbata zarok nikanibe debara xwe bike
○ Zarok li dibistanê serketibe (kêmtir 70 puan)
○ Bona xwe bipêşvebirinê, xwendina dibistana bilind an, universitê plan û motivasyona zarok hebe
○ Zarok kanibe bi kurdî biaxife, an bona hînbûnê amede be
Ji paşeroja zarokan hêvîyên me:
○ Divê zarok xwedî helwest û ramanek demokrat, ji raman û baweriya kesên din ra rêzdar be
○ Mafên mirov bipejirîne û rêz lê bigre. Di hemî qadên jîyanê da li wekhevîya jin û mêr bawer be
○ Di xwedin û nivîsandina kurdî da biserkeve
○ Li dijî zordarî û çewsandinê be
○ Bêyî ku cûdahîya raman, bawerî, ziman, zarava, cins, renk û herêmê bike, peywirên xwe yên civakî û pêşeyê bîne cî